Kanala ROJAVA TV

ÊZDIYÊN HELEBÊ AMADEKARIYA ÇAREŞEMA SOR DIKIN

Meha Nîsanê li ba Êzdiyan meheke pîroz e, ji ber ku di vê mehê de yek ji cejnên giring ên ola Êzdiyan derbas dibe.

Çarşema Sor an weke çareşema serê Nîsanê , nîşaneya sersala nû ya Êzdiyan e û gel ji bo vê rojê amadekariyên lidarxistina şahiyan dike.

Derbarî cejna Çarşema Sor û amadekariyên wê de, Rêvebera Mala Êzidiyan a Helebê Rûşîn Mûse ji kamîreya Rojava tv re axivî û çarşema sor li gel pîroz kir.

Rûşîn Mûse diyar kir ku ji bo pîrozkirina cejnên cuda civak bi pêkhatiyên xwe tev li gel hev disekinin û bi hev re pîroz dikin.

her wiha Rûşîn Mûse hêviya vegera li Efrînê û pîrozkirina cejnê li wir kir .

Ev 6 sal in Êzdiyên Efrînê ên ku ji ber êrîşan û dagirkeriya Tirk ji warê xwe Efrîn Koçber bûne, cejna xwe dûrî warê xwe pîroz dikin û çavê wan li benda vegerê ne.