RÊBER ABDULLAH OCALAN LI HEMBER ZILM Û ZORDESTIYÊ GEL ŞIYAR KIR
Yek ji kesayetên ku di sala 1997’an de hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re kiriye, ji Rojava Tv re got, rêber apo bi felsefeya xwe civaka kurdistanî guhart û ji her kesî re bû çavkanî.
Rêber Abdullah Ocalan fikirê neteweya demokratîk pêşkêş kir, gelên bindest li hemberî hikumetan şiyar kir û adetên paşverû şikandin.
Ji ber vê yekê gelê Kurd rojbûna Rêber APO bi şoreşa gelê Kurd bi nav dikin û derbasbûna wî nava tevgerên siyasî yên kurdî wekî pêvajoyekê ji bo gelê Kurd pênase dikin.
Yek ji kesayetên ku di sala 1997’an de hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re kiriye Şerîf Hec Mehmûd, ji Rojava Tv re got, rêber apo bi felsefeya xwe civaka kurdistanî guhart.
Her wiha Şerîf Hec Mehmûd anî ziman ku, Rêber Apo ji her kesî re bû çavkaniya jiyanê û rêya xwebirêvebirinê nîşanî wan kir.
Rêber Abdullah Ocalan, jiyana xwe ya ferdî û rêxistinî wekî 3 beşan dinirxîne û dibêje, “Parêznameya min ji bo hemû mirovatiyê dikare hin tiştan bide hînkirin. Koma Gel dikare hemû gelê Kurdistanê û dostên wan li bin banekî demokratîk bîne cem hevdu.”