Kanala ROJAVA TV

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo ji bo kesên oldar xwarina fitarê çêkir.

TALAT YUNIS - HEVSEROKÊ MECLISA CÎBCÎKAR A KANTONA CIZÎRÊ

Xwarin li xwaringeha parka Azadî ya li bajarê Qamişlo pêk hat.

Bi dehan nûnerên Rêveberiya Xweser û kesayetên oldar ên li herêmê beşdar bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Cîgira Hevserokê Meclîsa Cîbcîkar a kantona Cizîrê ج Endamê Kongra Îslama Demokratîk ve hat kirin.

Di axaftinan de bixêrhatina beşdaran hat kirin û spasiya Rêveberiya Xweser hat kirin, her wiha bal hate kişandin li ser hevgirtina pêkhateyên li herêmê.

Piştî axaftinan fatîha hat xwendin û beşdaran fitura xwe vekirin.