Kanala ROJAVA TV

LI FIRATÊ DEWREYEKE ERKA XWEPARASTINÊ BI DAWÎ BÛ

Akademiya Şehîd Ehmed El-Elî ya Hêzên Erka Xweparastinê ya Firatê dewreyeke perwerdeyê ku ji 206 şervanên bakur û rojhilatê sûriyê pêk tê, bi dawî kir .
Di merasîma derçûnê de Buroya Parastinê ya Reqayê û saziyên leşkerî û sivîl amade bûn .
Piştî deqeyeke rêzgirtin, ji aliyê rêveberê Akademiyê ve axaftin hate kirin û ji şervanan xwest ku ewlehiya gel biparêzin.
Merasîma derçûnê bi gerandina dîlanan bi dawî bû .