HÊZÊN EWLEKARIYÊ BI BONEYA CEJNA REMEZANÊ TEDBÎRÊN XWE ZÊDETIR KIRINE
Hêzên ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê ji bo parastina aramiya herêmê û derbaskirina cejna Remezanê, tedbîrên xwe yên ewlehiyê zêdetir kirine.
Rêveberê Asayîşê ji Rojava tv re behsa karûxebatên xwe dike .
Hêzên ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê ji bo parastina aramiya herêmê û derbaskirina cejna Remezanê bi awayekî ewle, tedbîr û rêkarên xwe yên ewlehiyê zêdetir kirine.
Hêzên ewlehiyê gerên xwe li cihên sereke û rêbendên derbasbûna Nava bajêr asêtir kirine.
Têkildarî tedbîrên Hêzên Ewlekariyê, Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirên yê Reqayê Ebdullqadir El Şafî ji Rojava tv re axivî.
Ebdullqadir El Şafî destnîşan kir ku Hêzên ewlekariyê ji bo derbaskirina cejna Remezanê ketine nava liv û tevgerê de .
Tevî ku bend û navendên asayîşê rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tên, lê ew di parastina aramiya herêmê de pêdagir in.