Kanala ROJAVA TV

MECLÎSA GELAN: BIRYARA EFÛYA GIŞTÎ NÛNERTIYA EDALETA CIVAKÎ DIKE

Derbarê derxistina zagona Efûya giştî ji aliyê Meclisa Gelan a Demokratîk ve, Endama Meclîsa Gelan Roşîn Hedad ji kamîreya ROJAVA tv re axivî û hin hûrgilî aşkere kirin.

Bi hêviya pêkanîna Edaleta Civakî û weke xelata rêveberiya xweser bi boneya Cejna Remezanê, Meclisa Gelan a Demokratîk efûya giştî ji bo hin sûcan ragihand.

Endama Meclîsa Gelan Roşîn Hedad diyar kir ku biryara efûya giştî ya ku di 6’ê nîsana 2024’an û hejmara 3’an de li ser pêşniyara Meclîsa Edaletê hatiye derxistin, xwedî girîngiyeke mezin e, bi taybet bi nêzhatina Cejna Remezanê

Roşîn Hedad da zanîn ku ev efû wê 7 kantonên rêveberiya xweser bigire nava xwe û biryar ji roja derxistinê ve ketiye meriyetê.

biryara efûyê tê wateya bidestxistina dadmendiya civakî, lê ew kiryarên mezin ên ku bandorê li rêveberiya xweser dikin, weke bazirganiya organên mirovan û bazirganiya hişbirê nagre nava xwe.