KOÇBERÊN EFRÎNÎ AMADEKARIYÊN CEJNA REMEZANÊ DIKIN
Çend roj û wê CEJNA remezanê bi kêliyên xwe yên bedew bibe mêvanê mala her kesî.
Koçberên Efrînê ev SALA 7mîn e ku pêşwaziya cejna Remezanê di kampan de dikin, lê ew çanda çêkirina kulîçeyan an ku bi devoka Efrînî kombe ku yek ji sombolên pêşwazkirina cejnê ye jibîr nakin.
Koçbera Efrînî ya bı navê Ferîde Hemgulîno behsa çanda çêkirina komban dike û dibêje ev çand me ji dê û bapîrên xwe wergirtiye.
Ferîde Hemgulîno dibêje ku îsal nirxê pir tiştan hat bilindkirin û sedema yekem dorpêça Hikumeta Şamê bû.
Koçberên Efrînê cejna xwe ya mezin di vegera li ser xaka xwe dibînin, ji ber ku her tişt li Efrînê cuda û bi çêj bû.