MECLÎSA GEL A DÊRAZORÊ CIVÎNA XWE YA DAMEZRANDINÊ LI DAR XIST
Civîn li hola civînan a Meclîsa Rêveber a li devera El-Meamel li dar ket.
Di civînê de hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Cîgira hevserokatiya Meclîsa Gelan a demokratîk, cîgirê Dadgeha Parastina Peymana Civakî û rêveberên Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê beşdar bûn.
Di civînê de piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser Meclîsa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser axaftin hate kirin û tê de rewşa demokratîk a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û guhertina kalîteya bi cihanîna xalên peymana civakî hat nirxandin.
Piştre 99 endamên ku amade bûn sond xwarin, ji bo serokatiya hevbeş û meclîsê endam hatin diyarkirin.
Her wiha Rehef El Reûc û Fayêz El Bêk ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.