LI BAJARÊ QAMIŞLO KILÎNÎKÊN ÇAV Û DIL HATIN VEKIRIN
Vekirina klînîkan bi armanca alîkariya gel û pêkanîna pêdiviyên wan pêk hat.
Bi dehan bijîşkan, bijîşkên Heyva Sor a Kurd, Meclîsa Malbatên Şehîdan, endamên Tevgera Civaka Demokratîk, endamên Desteya Civakî ya Efrînê û Yekîtiya Rewşenbîran beşdar bûn.
Piştî dayika şehîd Ednan Melik, Hêvî Seyid derî vekir, beşdar li nav beşên klînîkan geriyan.
Di merasîma vekirinê de Rêveberê beşa klînîkan Mihemed Elî Ebdî vekirina klînîkan diyarî gel kir.
Klînîk beşek ji Nexweşxaneya Dil û Çavan in (ku ew jî di cûreyê alîkariyê de nexweşxaneya tekane ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye) û dê yekser piştî vekirinê dest bi xebatê bikin.