Kanala ROJAVA TV

ROJBÛNA RÊBER ABDULLAH OCALAN LI DIRBÊSIYÊ Û REQAYÊ HATE PÎROZKIRIN

Li deverên cuda yên kantona Cizîrê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan,şahî hatin lidarxistin.

Li navçeya Dirbêsiyê jî şahiyek bi amadebûna bi sedan welatî û endamên saziyan, hat lidarxistin.

Di şahiyê de endama Kongra Star Raziya Îbrahîm axivî û 4’ê Nîsanê li beşdaran û tevahî jinên cîhanê pîroz kir .

Û got “4’ê Nîsanê roja hilatina tîrêjin azadiya li tevahî gelên cîhanê ye”.

Her wiha Raziya bang li civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ji bo azadiya fîzkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.
Bi heman boneyê li Reqayê jî kombûna Jinan a Zenûbya şahiyek lidarxist .

Şahî i amadebûna Ciwan û xelkêkên reqayê her wiha Endamên saziyên rêveberiya xweser, hate lidarxistin .

Di şahiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin.

serkeftinên ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine berhemên ramanên Rêber Abdullah Ocalan e.
4’ê Nîsana 1949’an Rêber Abdullah Ocalan li gundê Amara ya Bakurê Kurdistanê ji dayik dibe. Roja rojbûna Rêber APO bû roja vejîna mirovahiyê .