11 SAL LI SER DAMEZRANDINA ARTÊŞ Û VÎNA JINAN, YPJ’Ê DERBAS DIBE
Bi destpêka çirûska şoreşa 19’ê Tîrmehê re, jinên herêmê xwe di hemû qadan de da îsbatkirin û dikarîbûn beşdarî tekoşîna şoreşgerî û azadiyê bibin.
Jin îro li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ê mayînde dibe.
11 sal di ser damezrandina artêşa jinan YPJ’ê re derbasdibin.
Di pêvajoya 11 salan de gelek destkeftî hatin bidestxistin û ev rengê jinan ê derdikeve holê jî mirov dikare bêje rengê azadiyê ye.
Yek ji fermandarên YPJ’ê li Kantonê Cezîrê Evînnar Dêrik behsa rola jin ji dîrokê ve û heta roja îro dike û dibêje îro têkoşîna jinan di pelên dîrokê de hatiye nivîsandin ew jî bi derketina felsefeya Rêber Apo ye.
Fermandar Evînnar Dêrik diyar dike ku YPJ’ê dikarîbû xwe bide îsbat kirin û bandoreke mezin li jinan û rêxistinbûyina wan kir.
YPJ’ê di van 11 salan de xwe li ser bingehê paradîgmaya Netewa Demokratîk, azadiya jin û ekolojiyê birêxistin kir û bi dehan fermandar û şervanên xwe di oxira azadiya jin û civakê de feda kir.