4’Ê NÎSANÊ ROJBÛNA RONAHIYA GELÊ BINDEST E
Însiyatîfa Sûriyê ya azadiya rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya rêber Apo her di nava kar û xebatan de ye û di çarçoveya pêngava azadiya rêber Apo de ku 10’ê cotmeha sala derbasbûyî li cîhanê destpêkir çalakiyên bi hêz lidardixe.
Berdevkê Însiyatîfa Sûriyê ya azadiya rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzir beşdarî bernameya Rave ya ROJAVA Tv bû û derbarê rojbûna rêber Apo de got, rojbûna rêber Apo rojbûna rojhilata navîn a demokratîk e.
Derbarê kampaniya komkirina îmzeyan ku 9’ê sibatê destpêkir û biryar bû 4’ê nîsanê bidawî bibe, diyar kir ku heta niha zêdeyî 3 milyon û nîv îmze hatine komkirin û ragihand ku kampaniya dê heta 7’ê nîsanê dirêj bike.
Li gorî berdevkê Însiyatîfê di çarçoveya qonaxa duyemîn a azadiyê de û li gel kampaniya komkirina îmzeyan, Însiyatîfê nameyên kurt ji bo rakirina tecrîdê û azadiya rêber Apo ji 12 saziyên navnetwî re şandin.