4’Ê NÎSANÊ ROJA VEJANDINA RONAHIYÊ YE
4’ê Nîsana 1949’an Rêber Abdullah Ocalan li gundê Amara ya Bakurê Kurdistanê ji dayik dibe. Roja rojbûna Rêber APO bû roja vejîna mirovahiyê .
Rêber Apo dibistana seretayî li gundê cibînê, dibistana navîn jî li Nîzîpê dixwîne.Li Enqerê dibistana Tapo Qedestro diqedîne.
Rêber Apo li Enqereyê demekê Serokatiya komeleya perwerdeya Bilind a Demokratîk dike, û di sala 1975’an de biryara xebata li Kurdistanê dide.
Rêber APO ji bo bîranîna Haqî qarer biryareke dîrokî dide, ew jî biryara avakirina Partiya karkerên Kurdistanê PKK’ê bû.
Partiya Karkerên Kurdistan ango PKK’ê di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê girêdayî Licê ya Amedê bi beşdarbûna 22 kesan kongreya xwe lidarxistin û damezrandina Partiyê ragihandin.
Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an bi Komployeke bêbext ji aliyê dewletên zilhêz ve dîl hat girtin û 25 Sal in li îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de ye.
Rêber Apo Îmralî veguherand akademiya fikir û zaninsta demokratîk ku tevahî Gelê bindest ji serdestiyê rizgar kir û ji xewa mirinê hişyar kir û niha ji her demê zêdetir ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û serxistina pêngava cîhanî dixebitin.
Tevahî gelên hezkiriyê azadiyê di 4 Nîsanê de qadan bi reng û dengê Rêber APO bixemilînin û teqez dikin ku Rojbûna Rêber Apo Rojbûna mirovahiyê ye û azadiya wan e.
Tevî girankirina tecrîdê û polîtîkayên desthilata faşîst, lê gel li dora Rêber APO xwe dike xelekên ji agir û diruşmeyên Bê Serok Jîyan nabe, berz dikin.