Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO PIRTÛKXANEYEKE ZAROKAN HAT VEKIRIN

Li bajarê Qamişlo, Komeleya *Bi Hev re ji bo Mirovahiyê* bi hemahengiya Desteya Perwerde û fêrkirinê ya kantona Cizîrê Pirtûkxaneyeke zarokan bi navê “Pirtûkxaneya Min” vekir.
Pirtûkxane li dibistana Ş.Bircis Ferhan Şêxmûs a bajêr hate vikirin û di merasîma vekirinê de, endamên Desteya Çandê, nûnerên Rêveberiya xweser, xwendekarên dibistanê û malbatên xwendekaran beşdar bûn.
li ser navê Komeleya *Bi Hev re ji bo Mirovahiyê* û Desteya Perwerde û fêrkirinê ya kantona Cizîrê axaftin hatin kirin
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku armanca vê projeyê geşkirina çanda xwendinê li ba zarokan û komkirina piştevaniya aliyên pêwendîdar ji bo belavkirina vê projeyê li herêmê ye.