LI MINBICÊ ZÊDETIRÎ 700 HEZAR ÎMZE HATIN KOMKIRIN
Însiyatîfa Gel a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li kantona Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku hemleya komkirina îmzeyan bi dawî bû û 711 hezar û 180 îmze hatine komkirin.
Însiyatîfê diyar kir ku Ji bo ku dengê xwe bigihînin cîhanê û siyaseta hovane ya ku desthilata Tirk li dijî Rêber Apo dimeşîne, bi dawî bike, dest bi hemleya komkirina îmzeyan kir. Piştî komkirina 711 hezar û 180 îmzeyan hemle bi dawî bû.
di dewama daxuyaniya xwe de Însyatîfê soza domandina têkoşîn û berxwedanê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da .
Her wiha greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku piştgiriya pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin, silavkir .