Kanala ROJAVA TV

BI BONEYA 4’Ê NÎSANÊ REWŞENBÎRÊN REQAYÊ RÊZE SEMÎNER LIDARXISTIN

Bi boneya 4’ê Nîsanê Yekîtiya Rewşenbîrên Reqayê rêze semîner ji xelkên bajêr re li darxistin û tê de Jiyana Rêber Abdullah Ocalan û Komîn dan nasîn.
Semîner bi amadebûna bi sedan ji xelkên bajêr, saziyên civaka sivîl û rêxistinên herêmê li gelek navçe û taxên bajarê Reqayê hatin dayîn.
Di nava semîneran de nîqaş hatin vekirin û beşdarên semîneran diyar kirin ku rêber Abdulah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe dikarîbû çareseriyê ji tevahî pirsgirêkan re peyda bike.
hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Reqayê Reed El Fadil diyar kir ku ev semîner bi boneya jidayikbûna Rêbertî ji bo danasîna rêwîtiya rêber Apo û destkeftiyê ku me îro bi saya fikrê rêber Apo bidest xistine, hate lidarxistin.
Çaverê ye ku sibe di 4’ê Nîsanê rojbûna rêber Apo çalakiyên girseyî li seanserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li gelek welatê Cîhanî werin li darxistin.