MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A AMÛDÊ 4’Ê NÎSANÊ BI ŞAHIYEKÊ PÎROZ KIR
Di çarçoveya Rêzeçalakiyên pêşwazîkirina 4 ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo de, Meclisa Malbatên şehîdan a navçeya Amûdê şahiyek lidarxist .
Şahî li navenda PYD ya navçeyê û bi amadebûna bi dehan endamên meclisa malbatên şehîdan, zarokên şehîdan, kongra star û saziyên civaka Sivîl, hatelidarxistin .
Her di şahiyê de Koma Şehîd Yekta ya şanoyên hunerî û şano pêşkêş kirin û pişt re jî Koma Şehîd Bêrîtan stran gotin .
Di heman çarçoveyê de jî Buroya Jin di Şaredariya Gel a bajarê Amûdê li gelek cihên bajêr dar çandin.
Dar bi beşdariya endamên Kongra Star, Şaredariya Gel, endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk û saziyên civaka sivîl , hatin çandin .
Çalakî bi durişmên bê serok jiyan nabe û azadî ji rêber Abdullah Ocalan re bi dawî bûn .