Kanala ROJAVA TV

XELKÊN REQA LI HEMBERÎ HEWILDANÊN TÊKBIRINA ARAMIYA HERÊMÊ, PIŞTGIRIYA QSD’Ê DIKIN

Di demên dawîn de, gelek hewldanên navxweyî û derve ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê û girtiyên di girtîgehên bajarê Reqayê bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya navxweyî, rû dan .

Beriy çend rojan navenda Meclisa leşkerî ya Reqayê bû şahidê êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê, di wê êrîşê de girtiyan xwestin ji girtîgehê birevin.

Li hemberî hewlidanên têkbirina ewlehî û aramiya herêmê, yekser Hêzên Ewlekariya Hundirîn destwerdan kirin ku rewş kontirol kirin.

Di vê derbarê de xelkên bajarê Reqayê destnîşan kirin ku ew ê bêyî şert û merc piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin.

Da ku rê li ber van heldanan were girtin xelkên bajarê Reqayê xwe li ser bingeha şerê gelê şoreşgerî perwerde dikin û bajarê xwe diparêzin.

gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî hemû şerên taybet, derve û navxweyî yên ku herêmê dikin hedef bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re ne û piştgiriya wê dikin .