KOÇBERÊN EFRÎNÊ KIRYARÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR DIKIN
Ji dema dagirkirina Efrînê ve û heta Roja me ya îro, çeteyên Dewleta Tirk sûcên dermirovî li dijî şêniyên wê yên resen pêk tînin .
Derbarê sûcên dagirkeriyê de endamên saziyên şehbayê ji rojava tv re axivîn .
Endama Kongra Star Şêrîn Ehmed Got ku dewleta tirk a dagirker sûcên herî hovane pêk tîne û di encamê de aramî li Efrîn nemaye .
Her wiha endama Komîteya Lihevhatinê Îlham Şêxo jî dibêje gelê Kurd nayê qirkirin û ew ê heya dawiyê li ber xwe bidin .
endamên saziyên şehbayê banga li civaka Navdewletî û rêxistinên mirovî kirin ku destwerdanê bikin û sinorekî ji Sûcên dagirkeriyê re deynin .