Kanala ROJAVA TV

BI SEDAN ŞÊNIYÊN KANTONA CEZÎRÊ CEJNA EKÎTO PÎROZ KIRIN

Bi sedan şêniyên kantona Cezîrê cejna Ekîto ya ku her sal di 1’ê Nîsanê lidardikeve, pîroz kirin.

cejna Ekîto bi şahiyekê li Gundê gir şîran ê navçeya Tirbespiyê hate pîrozkirin .

şahî bi amadebûna pêkhateyên kanton Cezîrê nûnerên Saziyên Rêveberiya Xweser, hate lidarxistin .

Li ser navê Rêveberiya Xweser Talat Yûnis ji Rojava tv re axivî û Ekîto li gelên herêmê pîroz kir û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser her tim wê parastina azadiya pêkhateyan bike .Ji aliyê xwe ve, endama Hemahengiya Bilind a Ciwanên Suryanî Mîryana Îsa Cejna ekîto li hemû gelê xiristiyan pîroz kir û got ev cejn sembola yekîtiya gel e.

li Hesekê jî pîrozbahî li gundê Til werdîyat bi amadebûna partiya Demokratîk a Asûrî, Partiya Yekîtiya Demokrat, Meclisa Sûriya Demokratîk û Saziyên Rêveberiya Xweser bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir.

cîgirê Hevserokatiya Meclisa cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê da xuyakirin ku ew ê hemû pêkhate li kêlek hev cejnên xwe yên netewî pîroz bikin.

ji aliyê xwe ve endamê komîteya koçberên SerêKaniyê mihemed Haco jî diyar kir ku ew jî wekî Kurd li kêlek gelê Suryan Ekîto pîroz dikin.

Cejna Ekîto di destpêka meha Nîsanê de ji aliyê Suryanan ve tê pîrozkirin. Ev cejn destpêka jiyanê di biharê de temsîl dike û destpêka sala nû ye. Wateya wê ‘dema çandin û çinîna ceh e’.