LI HELEBÊ 105 HEZAR Û 675 ÎMZE HATIN KOMKIRIN
Komîteyên komkirina îmzeyan a Helebê, bi daxuyaniyekê bidawîbûna hemleya komkirina îmzeyan li bajêr ragihan û got li Helebê 105 hezar û 675 îmze hatin komkirin .
Daxuyaniya Komîteyên komkirina îmzeyan a Helebê bi amadebûna endamên saziyên sivîl û partiyan li parka Efrîn a li taxa Eşrefiye hat dayîn.
Komîteyên komkirina îmzeyan destnîşan kir ku ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kampanyaya komkirina îmzeyan hate destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hate zanîn ku encamên hemleyê dê ji Konseya Yekitiya Ewropayê re bê şandin.
Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan 9`ê Sibatê kampanyaya komkirina îmzeyan dabû destpêkirin. Îmzeyên dê werin komkirin dê ji Konseya Yekitiya Eworpayê re werin şandin.