XIRISTIYANÊN HESEKÊ CEJNA PASKALYAYÊ LI DÊRAN PÎROZ KIRIN
îro di seatên sibehê de Xiristiyanên Hesekê berê xwe dan dêran û cejna Paskalyayê pîroz kirin .
Di merasîman de sirûdên olî û lava hatin xwendin û pîrozbahî hat kirin.
Paskalya an ku Cejna Qiyametê, ji girîngtirîn cejnên xiristiyanan e.
Xiristiyan di vê rojê de vejîna pêxember Îsa piştî 3 rojan ji xaçkirinê, pîroz dikin.
Di vê rojê de Rojiya Mezin ku 50 rojan dom dike, bi dawî dibe.