JI BO DANASÎNA 4’Ê NÎSANÊ KONGRA STAR LI HELEBÊ CIVÎNEK LI DAR XIST
Di çarçoveya Rêzeçalakiyên pêşwazîkirina 4 ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo de, li Helebê civînek hate lidarxistin.
Civîn bi amadebûna bi dehan endamên Saziyan û şênî hate lidarxistin .
Di civînê de axaftin ji aliyê kongra Star û Insyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve hatin kirin .
Di civînê de bal hat kişandin ser têkoşîna dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo azadî û edaletê .
Civîn bi pêşandana sinivîzyonekê li ser jiyana Rêber Apo bi dawî bû .