KONGRA STAR LI QAMIŞLO KAMPANYAYA XWENDINA PIRTÛKÊN RÊBER APO LI DAR XIST
Bi boneya Nezhatina Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, li herêmê rêzeçalakî têne lidarxistin .
Kongra Star li taxa Kornîş a li bajarê Qamişlo kampanya xwendina pirtûkên Rêber APO lidarxist.
Kampanî bi beşdariya bi dehan endamên Kongra Star, endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk û şêniyên bajêr hate lidarxistin .
Beşdaran pirtûkên Rêber Apo xwendin û sîrove kirin .
Çalakî bi durişmên bê serok jiyan nabe û azadî ji rêber Apo re bi dawî bû .
Her li Qamişlo Endamên Platforma Ekolojîk a Jinan û dayikan bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li taxa El Tey a bajarê Qamişlo dar çandin.
Hemle bi beşdariya endamên Kongra Star û Xelkên Qamişlo hate lidarxistin .
Beşdaran darên El Sirû, Sinober, fêkî û darên xemilandinê, çandin .
4ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan e ji bo gelê herêmê roja rizgarkirina ji bindestiyê her wiha roja şopandina rêya ronahiyê, zanist û fikrê azad e .