Kanala ROJAVA TV

BI SEDAN ŞÊNIYÊN REQAYÊ 2 ŞERVANÊN QSD’Ê BI MERASÎMEKÊ OXIR KIRIN

Bi sedan şêniyên kantona Reqayê 2 şervanên QSDˊê Basil Mihemed Tamê û Îmad Mihemed El Erîf bi merasîmekê oxir kirin.
Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Basil Mihemed Tamê û Îmad Mihemed El Erîf 27ˊê Adara 2024ˊan
di êrişa li dijî Nivîsgeha Rêveberiyê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Reqayê de şehîd bûn.
Ji bo oxirkirina herdu şehîdan şêniyên Reqayê berê xwe da goristana şehîdan a gundê Hikumiyê ya li bakurê Reqayê.
Di merasîmê de li ser navê QSDˊê axaftin hat kirin, tê de sersaxî ji bo malbatên herdu şehîdan hat xwastin.
Her wiha di axaftinan de soza şopandina armancên şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşa Rojava hat nûkirin.
Di dawiyê de