Kanala ROJAVA TV

MÎHRÎCANA 1’EMÎN A REMEZANÊ DI ROJA 3’YAN DE BI DAWÎ BÛ

MAHIR EBDULEZÎZ- ENDAMÊ BEŞA MARKETÊ YA ŞÎRKETA RCELL

1’emîn Mîhrîcana Remezanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li bajarê Qamişlo hat lidarxistin, di roja 3’yan de bi dawî bû.
Mîhrîcan ji aliyê şîrketa peywendiyê ya RCELL ve li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo li dar ket.
Di 3 rojên mîhrîcanê de xwaringeh, şîrketên bazirganiyê û dikan beşdar bûn.
Her di mîhrîcanê de sirûdên olî yên Îslamî hatin gotin, her wiha stran, guvend û pêşbirik hatin pêşkêş kirin.