BI HATINA CEJNA REMEZANÊ RE KOÇBERÊN EFRÎNÎ JI BER BUHANEYA KELÛPELAN BI GAZININ
Tenê çend roj ji hatina cejna remezanê re maye.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel bi kêfxweşî û hezkirin amedekarîyên cenja remezanê dikin.
Lê li aliyekî din koçberên efrînî ên ku li Kantona şehbayê bi cih dibin, ji ber buhabûna kelûpelan bi gazinin.
Dayîka Efrînî yê bi navê Selwa Ehmed Şêxo dibêje, li şehbayê rewş zehmete, ji ber zarok tiştên cejnê dixwezin lê kelûpel buhane.
Koçberê bi navê Elî Pîre jî balkişand li ser dorpêça hikumeta şamê û bihabûna pêdivîyên jiyanî û got, dorpêça hikumeta şamê buhayên li bazaran bilin dike.
Meha remezanê meha xêr û bereketê ye.
Li li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelê musliman rê û resmên meha remezanê pêk tînin.
Omîd û hêvîyên xellkê jî ew e ku aramî û aştî li herêmê pêk were.