3 SAL IN DEWLETA TIRK A FAŞÎST TECRÎDEKE GIRAN LI SER RÊBER APO FERZ KIRIYE
3’ê sal in dewleta Tirk a faşîst tecrîdeke giran li dijî rêber Abdulah Ocalan ferz kiriye .
Heftiyê 2 carana parêzerên rêber Apo ji bo hevdîtinê Serlêdanan dikin, lê Mafê hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin.
Derbarê mijarê de endama Insiyatîfa azadiya Rêber Apo – Sûriyê Gulîstan Hîbo diyar kir ku dewleta Tirk û dewletên Navnetewî felsefeya Rêber Apo metirsiyê li ser desthilata xwe dibînin, ji ber vê tecrîdê girantir dikin.
Ji aliyê xwe ve endamê navenda Diplomasiya civakî Şiyar osman da xuyakirin ku dewleta Tirk bi riya tecrîdê xwest vîna gelê Kurd bişikîne û desthilata xwe dirêj bike.
Tevî serlêdanên malbat û parêzaran sedema cezayên disiplînê û hejmarên dosyayan bi parêzeran re nayên parvekirin.
Dadgeriyê, sedema parvenekirina hejmara dosyayê jî weke “dê li ser çapemeniyê were parvekirin” nîşan dide .