RÊVEBERIYA SIVÎL A DÊREZORÊ BEŞDARÎ ŞAHIYA SALVEGERA RIZGARKIRINA BAXOZÊ BÛ
Bi boneya 5’mîn salvegera rizgarkirina bajaroka Baxozê, QSD şahiyek li zeviya El-Omer li dar xist û tê de Rêveberiya Sivîl a Dêrezorê beşdar bû.
Di şahiyê de serkêşê hêzên hevpeymaniya Navdewletî , Hêzên Ewlekariya Hundirîn ,şêx û rûspiyên herêmê, serokên komîte û rêveberiyên Rêveberiya xweser a Dêrazorê û girseyek ji xelkên Dêrazorê amade bûn.
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadiyê bi taybetî şehîdên QSD dest pê kir, piştre gelek axaftinên li ser fedekariya QSD’ê û kombûna gel a li derdora wan ji bo rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî hatin kirin
her weha Di axaftinan de tekezî li ser rola hevpeymaniya Navdewletî , giringiya sekinandina li hemeber êrîşên Tirkiyê hatin kirin.