MALBATÊN ŞEHÎDAN XIYANETA PDK’Ê BI DEWLETA TIRK RE ŞERMEZAR DIKIN
Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê êrîşî herêmên Parastine yên Medyayê dike û pêşengên gelê Kurd hedef digire.
Li gorî agahiyên ku têne bidestxistin, PDK’ê rê li pêşiya dagirkeriya Tirk vedike da ku dest bi êrîşan bike.
Têkildarî mijarê malbetên şehîdan ên Kobanê ji Rojava TV re axivîn û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re şermezar kirin.
Her wiha malbatên şehîdan gotin, xiyaneta PDK’ê zirarê digihîne Kurdan û li ser pêşeroja Kurdan metirsîyeke mezin ava dike.
Kronolojiya PDK’ê bi xîyanet û hevkariya bi dijminan re dagirtiye, ji Komara Mahabadê bigre ta bi roja me yan îro PDK’ê li kêleka dijmin rawestîyaye û xwîna Kurdan rijandiye.