22’EMÎN SALVEGERA KOÇA DAWÎ YA SEYDAYÊ TÎRÊJ LI AMÛDÊ HATE BI BÎRANÎN
Bîranîn bi amadebûna bi dehan endamên Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Cezîrê, hejmarek ji helbestvan, nivîskar û rêxistinên civaka sivîl hate lidarxistin .
di merasîma bîranînê de hevserokê yekîtiya Rewşenbîrên Amûdê Arşek Baravî behsa jiyan û berhemên helbestvan Seydayê Tîrêj kir.
Paşê fîlmek li ser jiyan û berhemên Seydayê Tîrêj hat pêşandan .
Bîranîn bi xelatkirina nivîskar û helbestvan Beşîr Mela Newaf bi dawî bû .
Hêjayî gotinê ye ku her sal di vê rojê de helbestvan û nivîskar ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê ve têne xelatkirin.