Kanala ROJAVA TV

ŞAHIYA PÎROZKIRINA NEWROZÊ LI ŞEHBAYÊ DESTPÊKIR

Newroza Şehbayê ku 21’ê Adarê ji ber rewşa hewa û barana zêde taloq bibû, îroj sibehê dest pê kir.
bi hezaran Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê bi cilûbergên xwe yên kurdî berê xwe dan qada şahiyê ya gundê Elûşa û tevlî şahiyê bûn.
Pîrozbahî bi pêxistina agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve dest pê kir.
paşê endama konseya rêveber a PYD’ê Foza Yûsiv axivî newroz pîroz kir û diyar kir ku israra Efrîniyan li hember dagirkerî û êrîşên qirkirinê dê biserkeve û got take riya rizgarkirina Efrînê bilindkirina têkoşîna keç û xortên efrînê û yekîtiya kurdî ye.
her di pîrozbahiyê de dê peyama Hêzên Rizgariya Efrîn were xwendin û çalakiyên çandî û hunerî werin pêşkêşkirin.