NEWROZA HELBÊ BI ÇOŞEKE MEZIN HAT PÊŞWAZÎKIRIN
Duh şahiya Newrozê li Helebê hat li darxistin, û beşdaran agirê Newrozê li qada pîrozbahiyê dadan.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê kurd, Ereb, Suryan ,Tirkmen, endam û nûnerên partiyan û saziyên sivîl beşdarî şahiya newrozê bûn .
Her wiha mêvan ji derveyî her du taxan, kesayetên serbixwe û helbestvan Ferhad Merdê jî tev li şahiyê bûn.
di şahiyê de axaftin li ser navê PYD’ê û MSD’ê hatin kirin û newroz li tevahî gel hate pîrozkirin.
her di axavtinan de peyamên azadî û serkeftinê hatin dayin.
paşê komên çandî û hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin.