ILHAM EHMED: AGIRÊ NEWROZÊ TÊ WATEYA DERKETINA LI HEMBERÎ ZORDARÎ Û SERDESTIYÊ
Endama meclisa cîbicîkar a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Ilham Ehmed di Qada newrozê ya li bajarê Qamişlo ji Rojava Tv re diyar kir ku agirê Newrozê tê wateya derketina li hemberî zordarî û serdestiyê bû.
Her wiha Ilham ehmed destnîşan kir ku ji wê demê ve û heta îro her çendî sîstemên desthilatdar dixwazin vîn û îradeya gelan bişikînin li hemberî wan tekoşîn û berxwedan tê kirin û dihêle ku paşde vekişin.