MSD’Ê BI VÊXISTINA AGIR PÊŞWAZIYA NEWROZA 2024’AN KIR
Agirê newrozê bi beşdariya endamên MSD, partî û dezgehên sivîl li ber navenda Meclisa Sûriya Demokratîk a li taxa El-Omran ya bajarê Hesekê hat vêxistin.
Di şahiyê de axaftin li ser navê MSD hat kirin û tê de Newroz li hemû pêkhateyên herêmê Ereb, Kurd, Suryan û Ermen hat pîroz kirin.
MSD da zanîn ku ew piştgirî didin hewlidanên diyaloga çareseriyê ber bi Sûriyeke demokrat ve, ji ber ku kirîza Sûrî tenê bi diyaloga Sûrî-Sûrî pêkane
Şahiya MSD’ê bi gerandina govendê bi dawî bû.