Kanala ROJAVA TV

HUNERMEND AYCAN KOBANÊ LI SER TÊKOŞÎNA ŞEHÎD SORXWÎN ROJHILAT KLÎPEK WEŞAND

Beriya ku fermandar Sorxwîn gîyanê xwe yê pak û zindî bexşî welatê agir û rojê bike, wesiyeta xwe li hunermend Aycan Kobanê dike, eger ku şehîd bikeve, bila stranekê li ser wê bibêje.

Keça Makoya Rojhilatê Kurdistanê di berxwedana sedsalê ya Kobanê de bi wêrekî şer kir û di oxira ronîkirina jiyana gelên bindest de, ronahiya çavekî xwe ji dest da.

Dema ku behsa Berxwedana Kobanê tê kirin, yekser Şehîd Sorxwîn tê bîra mirovan. Hunermend Aycan me vedigerîne heyamên berxwedaniyê û qala serpêhatiya destaneyî ya Sorxwînê dike.

Rojên reş de al hejandin, tu bi tenê nehiştin Kobanê, Aycanê hunermend bi van gotinan wesiyeta Şehîd Sorxwîn pêk anî û klîpek li ser têkoşîna wê weşand.

Vaye Adar e û Newroz li ber deriyan e, di Newrozên derbasbûyî de fermandar Sorxwîn li kêleka Kobaniyan cejn bi coş pîroz dikir, lê îsal Sorxwîn bi fîzîkî ne li gel wan e, lêbelê meşaleya ku wê geş kirî, ew ê sibe li Miştenûrê berz bikin.