Kanala ROJAVA TV

HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN BI BONEYA CEJNA NEWROZÊ RÊKARÊN XWE ZÊDETIR KIRINE

Hêzên ewlekariya Hundirîn û trafîka bajarê Kobanê ji bo parastina aramiya herêmê û derbaskirina cejna Newrozê bi awayekî ewle, tedbîr û rêkarên xwe yên ewlehiyê zêdetir kirine.

Hêzên ewlehiyê gerên xwe li cihên sereke û rêbendên derbasbûna Nava bajêr asêtir kirine.

Tevî ku rewşa hewayê têk çûye û pileyên sermayê daketine,lê endamên asayîşê di Karê xwe de berdewam û bi israr in.

Rêveberên Asayîşê ji Rojava tv re behsa karûxebatên xwe dikin.

her wiha rêveberan destnîşan kirin ku ji bo aramiya Herêmê ew ê her di nava hewildanan de bin .Tevî ku bend û navendên asayîşê rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tên, lê ew di parastina aramiya herêmê de pêdagir in.