Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN QAMIŞLO ŞEHÎD MIHEMED GIRBAWÎ OXIR KIRIN

Şêniyên Qamişlo bi merasîmeke bi heybet cenazeyê şehîd Mihemed Xelef bi nasnav Mihemed Girbawî , li goristana şehîd Delîl Saroxan a bajêr oxir kirin.
Merasîm bi amadebûna bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên saziyên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên PYD’ê û TEV-DEM’ê li dar ket.
di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan û Kongra Îslama Demokratîk axaftin hatin kirin û têde fedekariyên şehîdan û birîndarên şer hat silavkirin.
paşê wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
cenazeyê şehîd bi durişmên şehîd namrin de hate oxirkirin.