EŞÎRÊN QEBÎLEYA TEY ÊN LI CIZÎRÊ MECLISA XWE AVA KIR
Eşîrên qebîleya Tey a Ereb ên li kantona Cizîrê bi civînekê meclisa xwe ava kir.
bi beşdariya şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb, kesayetên civakî û siyasî yên kantona Cizîrê civînek eşîrên qebîleya tey civînek li Qamişlo li dar xist û meclisa qebîleyê avakirin.
Di civînê de, Şêx Hesen Ferhan El Mihemed El Ebdullah El Tayî yê ji qebîleya El Esaf wekî serokê Meclisa Giştî ya Qebîleya Tey a Kantona Cizîrê hat hilbijartin û hejmareke kesên din bo endamtiya meclisê hatin hilbijartin.
Eşîran diyar kirin ku avakirina meclisê encamên nîqaşên demdirêj e. Her wiha destnîşan kirin ku armanca vê meclisê mîsogeriya ewlehiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çareserkirina pirsigrêkên qebîleyê, belavkirina hevgirtin û çanda hevqebûlkirin û xurtkirina têkiliyan bi qebîleyên din re ye.