Kanala ROJAVA TV

TEVGERA CIVAKA DEMOKRATÎK BI ŞAHIYEKÊ NEWROZ PÎROZ KIR

Tevgera Civaka Demokratîk di çarçoveya rêzeçalakiyên cejina Newrozê de şahiyeke pîrozbahiyê li Qamişlo organîzkir.
Şahî di bin diruşma ‘bi rihê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin û Efrîn, Serê kaniyê û Girê spî rizgar bikin’ li çerxerêya efrîn hate lidarxistin.
Di şahiyê de Xelkên Qamişlo ,Endamên Tevgera Civaka Demokratîk ,Yekîtiya Rewşenbîran û Yekîtiya Wênekêşan beşdarbûn.
beşdaran agirê newrozê vêxistin û govend li derdorê gerandin.