Kanala ROJAVA TV

BI HATINA NEWROZÊ RE HÊZÊN EWLEKARIYÊ BERGIRIYÊN XWE ZÊDE DIKIN

HEMRÎN ELÎ - HEVSEROKA DESTEYA HUNDIRÎN A KANTONA CIZÎRÊ

Ji çend rojan ve xelkên herêmê cejna Newrozê pîrozdikin û agirê newrozê geş dikin.
ji bo gelê herêmê şahiyên xwe bi kêf, xweşî, aramî û di nava ewlehiyê de derbas bikin jî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn di nava amedebaşiyê de ne. Hevseroka Desteya Hûndirîn a Kantona Cizîrê Hemrîn Elî got: ew ji bo parastina gelê xwe, di nava xebatê de ne.

Ji bo gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Newroza xwe di nava ewlehî û aramiyê de pîroz bikin Hêzên Ewlekariya Hûndirîn bi şev û roj li seranserî herêmê di nava amedebaşiyê de ne û rêkarên ewlekariyê zêde kirine.

Hevseroka Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Hemrîn Elî ji RojavaTV re got: da ku gelê me boneyên meha Adarê bi taybet Cenja Newrozê bi aramî pêşwazî bike wan gelek bergiriyên ewlehiyê standine.

Hemrîn Elî Cejna Newroza 2636’an li tevahî pêkhateyên herêmê pîroz kir û banga li şêniyan kir ku alîkariya hêzên ewlekariyê bikin.

Li gorî bernameya Rêveberiya Xweser a Katona Cizîrê şahiyên pîrozkirina Cejna Newroza îsal li 7 dervan tê lidarxistin, Dêrik li ser rêya Mame Şor, Girkê Legê û Çilaxa li gundê Helîq, Tirbespiyê gundê Dirêcîk, Qamişlo li gundê Hîmo, Amûdê li gundê Çaxir Bazar, Dirbêsiyê li gundê Çolbistan û Hesekê li bendava rojava ye.