ŞÊNIYÊN HELEBÊ SALVGERA DAGIRKIRINA EFRÎNÊ BI MEŞEKÊ ŞERMEZAR KIRIN
Meşa girseyî ji ber Nexweşxaneya Xalid Fecir ya taxa Şêxmeqsûda xerbî dest pê kir û li ber goristana Cebanat a taxa Şêxmeqsûda Şerqî veguherî mîtîngê.
Meşvanan di meşê de wêneyên bajarê Efrînê, şehîd, her weha wêneyên zarokê bi navê Ehmed yê ku 13’ê mehê li Efrînê li ser destê niştecihekî Ereeb hatibû kuştin, rakirin.
di mîtîngê de li ser navê saziya malbatên şehîdan axaftin hate kirin û tê de berxwedaniya Efrîniyan a 58 rojan hat silavkirin.
Meşvanan bi berzkirina siloganên, Efrîn ya me ye, Bijî serok APO, bimre dagirkerî meşa xwe bi dawî kirin.