XELKÊN MINBICÊ BI MEŞEKÊ DAGIRKIRINA EFRÎNÊ ŞERMEZAR KIRIN
Di meşê de wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, şaxên zeytûnan, pankartên “Na ji dagirkeriya Tirk re” û “Rizgarkirina Efrînê armanca me ya pêşîn e” hatin hildan .
Her di meşê de daxuyaniyek hate dayîn û tê de hate gotin: têkoşîna gelê Herêmê dê berdewam bike heta ku Efrîn û tevahî herêmên dagirkirî werin rizgarkirin .
Meş bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Serdemê”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne Efrîn” û “Şehîd namirin” bi dawî bû .