ŞÊNIYÊN KOBANÊ BI MEŞEKÊ SALVEGERA DAGIRKIRINA EFRÎNÊ ŞERMEZAR KIRIN
Meşê bi beşdariya şêniyên kantonê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û tevgera jin ji qada jina azad dest pê kir û li qada Aştî veguherî mîtîngê.
Di meşê de axaftin li ser navê PYDê hate kirin û hate gotin ku dewleta Tirk xwest projeya Neteweya Demokratîk têk bibe, lê berxwedana gel ew yek vala derxist.
Meş bi berizkirina dirûşmeyên tolhildana xwîna şehîdan bi dawî bû.
Meşvanên Kobanê jî tekez kirin ku Kobanê û Efrîn pişta hev in û dê heta dawiyê destekê bidin gelê Efrînê.