KOMBENDA EFRÎN A CIVAKÎ BI BONEYA SALVEGERA DAGIRKIRINA EFRÎNÊ DAXUYANIYEK DA
Kombenda Efrîn a Civakî û Meclisa Qamişlo daxuyaniyek hevbeş dan û dagirkirina Efrînê şermezar kirin.
Daxuyanî li ber çarxereya Efrîn û bi beşdariya bi dehan xelkên Efrînê, şêniyên Qamişlo, endam û saziyên Rêveberiya Xweser hat xwandin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewşa bajarê Efrînê piştî dagirkeriyê û kiriyarên Dewleta Tirk yên dermirovî li dijî welatiyên resen.
Kombenda Efrîna civakî bang li Civaka Navdewletî kir ku li hember sûcên Dewleta Tirk bêdeng nemînin û bi rola xwe Rabin.