RÊVEBERIYA XWESER DESTPÊKIRINA ŞAHIYÊN NEWROZA 2024’AN RAGIHAND
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya hatina Newrozê daxuyaniyek da, paşê agirê newrozê vêxist û şehiyek li dar xist.
Daxuyanî li pêş avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya li Reqayê û bi amadebûna hemû dest û komîteyan, Hate dayin.
di daxuyaniyê de hat gotin îro agirê Newrozê tê pêxistin û destpêkirina pîrozbahiyên Newroza 2024ˊan li bajar, bajarok û navçeyên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radigihînin.
rêveberiyê bang li gel kir ku beşdarî Newroza 2024’an bibin.
piştî daxuyaniyê Beşdaran agirê newozê vêxistin û govend gerandin.