Kanala ROJAVA TV

XELKÊN QAMIŞLO Û RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA HELEBCEYÊ BI BÎR ANÎN

Xelkên Qamişlo û Rxistinên civaka Sivîl bi boneya salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek dan û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn .

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Komkujiya Helebceyê di dîroka mirovahiyê de yek ji komkujiyên herî bi êş û hovane ye.

Her wiha hate destnîşan kirin ku Komkujiya Helebceyê derbas bû lê metirsiya bikaranîna çekên kîmyayî li ber çavê civaka navneteweyî, li dijî gelê Kurd berdewam e.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahiya gelê Kurd hate kirin ku li dijî komkujiyan yekîtiya xwe xurt bikin .