ROJNAMEVANÊN QAMIŞLO DAXWAZA SERBESTBERDANA SILÊMAN EHMED DIKIN
derbarê revandina rojnamevan Silêman Ehmed rojnamevanên Qamişlo ji Rojava TV re axivîn û revandina Silêman şermezar kirin .
Rojnamevanan gotin, revandina Silêman li dij tevahî yasayan e û daxwaza serbestberdana wî kirin .
Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’Ê ve hatiye revandin, ev 144 roj in tu agahî jê nayên wergirtin .
Tevî ku parêzerên Silêman Ehmed bi awayekî berdewam serlêdanê dikin, lê daxwazên wan ên pêkanîna hevdîtinê bêdeng dimînin .
Têkildarî mijarê rojnamevanên Qamişlo ji Rojava TV re axivîn û revandina Silêman Ehmed şermezar kirin .
Rojnamevanan gotin, revandina Silêman li dij tevahî yasayan e û daxwaza demildest serbestberdana Silêman Ehmed kirin .
Ajansa Rojnewsê di 25’ê Çileyê de der barê revandina Silêman Ehmed de civîneke çapemeniyê li dar xistibû û diyar kiribû: “Ev kiryara PDK’ê nîşanek metirsîdar û tolhildana siyasî ye.
Û destnîşankiribû ku PDK ji jiyan û Ewlehiya Silêman Ehmed berpirsyare .