Kanala ROJAVA TV

10 ENDAMÊN DADGEHA PARASTINA HEVPEYMANA CIVAKÎ HATIN DIYARKIRIN

Di civînê de îstifaya hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid hate erêkirin û li şûna wê Evîn Siwêd Sûriyeyê hate hilbijartin.
Meclisê di civîna xwe de 10 endamên Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî jî erê kir ku ji aliyê Meclisa Edaleta Civakî û Meclisa Gelan a Demokratîk ve hatine pêşniyarkirin.
Navên endaman wiha ne: Hesen Xelef Ehmed, Evîn Hac Hemo, Xalid Berces Elî, Penciwîn Elî, Kenan Berekat, Faya Hîşam Şemon, Mihemed Elkirêd, Duaa Elhesen, Elaa Elhac Xemîs û Sara Qewas Elfurat.
Her di civînê de 2 endamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan jî hatin erê kirin û bi vî awayî hejmara wan bû 18 û di civîna bê de dê hejmara wan bigihêje 20’an. Endamên nû jî ev in; Enes El Mehmûd û Zelûx Xeyrî.
Meclisê di civîna xwe ya berê de ji bo 16 endamên jin û mêr deng dabûn.