KOMBENDA EFRÎN A CIVAKÎ BI DAXUYANIYEKÊ KUŞTINA EHMED MAMO ŞERMEZARKIR
Kombenda Efrîn a civakî daxuyanî li ber navenda UN a li Qamişlo xwend û got ku ew hemû sûcên li dijî xelkên Efrînî bi tundî şermezardikin .
Kombendê di daxuyaniya xwe de bang li aliyên peywendîdar,rêxistinên mirovî, û civaka navdewletî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û binpêkirinên dagirkerî û çeteyan rawestînîn û hesab ji sûcdaran bixwazin.